Piştî artêşa Îsraîlê daxuyand ku wan li tevahiya Libnanê êrîşên esmanî dan destpêkirin, li paytext Beyrûtê dengê teqînan hat bihîstin.
Artêşa Îsraîlê îdia kir ku wan Hizbullah kir hedef û li tevahiya Libnanê êrîşên esmanî dan destpêkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji artêşê hat dayîn, jetên Îsraîlê bersiv dan êrîşa moşekan a Hizbullahê û êrîşên esmanî birin ser hedefên Hizbullahê.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku Hizbullah li ser navê Îranê tevdigere û hat destnîşankirin ku ew ê bersiveke xurt bidin êrîşa moşekê.
Piştî daxuyaniyê li paytext Beyrûtê dengê teqînan hat bihîstin.
- Îsraîlê Libnan tehdîd kir
Ji aliyê din va artêşa Îsraîlê Libnan tehdîd kir û got ku ew ê li Geliyê Bekaayê yê li başûrê Libnanê êrîşî 50yî zêdetir gund û beldeyan bikin û ji şêniyên herêmê xwest ku xaniyên xwe biterikînin.
![]()
- Li Balafirgeha Hewlêrê piştî teqînê şewat derket
Li Balafirgeha Hewlêrê ya li bakurê Iraqê, pergalên parastina asîmanî bênavber fealiyeta berevaniyê dikin lê li qadê piştî teqînan şewat derket.
Ji ber droneke îsabetî Balafirgeha Hewlêrê ya baregeha Amerîkayê jî lê ye kir, teqîn çêbû.
Piştî êrîşê li dû hev teqîn çêbûn û dû ra jî şewat derket.
Ji ber ku pêleke nû ya êrîşa dronan hat kirin, pergalên parastina asîmanî bênavber fealiyeta berevaniyê kir.
Her wisa dronekî îsabetî rêbejaya li rexê balafirgehê jî kir.
Ambulansa ji herêmê derket, sîren lê da û ber bi navenda bajêr çû.
Biwarê xesar û her wiha rewşa kuştî û birîndaran a ji ber êrîşê, hê tu daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.
-Têlevîzyona dewleta Îranê: Hin beşên binkeya me rastî êrîşên Amerîka û rejima siyonîst hatin
Têlevîzyona dewleta Îranê ragihand ku Amerîka-Îsraîlê hin beşên binkeya Saziya Radyo û Têlevîzyonê (IRIB) ya li Tehranê hatin armancgirtin.
Bêjerê ku di weşana zindî ya têlevîzyona dewletê da geşedan ragihandin wiha got, "Bîstek berê hin beşên binkeya Saziya Radyo û Têlevîzyonê rastî êrîşên Amerîka û rejima siyonîst ên dijmin hatin."
Piştî êrîşê weşana zindî dewam kir û bêjer jî di wê navberê da diyar kir ku xesara muhtemel a ji ber êrîşê tê lêkolînkirin.
![]()
- Di êrîşa Îranê ya bi fuzeyê ya dijî Îsraîlê da 9 kes hatin kuştin, 11 kes wenda ne
Di êrîşa Îranê ya bi fuzeyê ya dijî Îsraîlê da 9 kes hatin kuştin, 11 kes wenda ne
Fuzeya ku Îranê wekî bersiva êrîşên Îsraîl-Amerîkayê firand, li bajarê Beyt Şemeşê li avahiyekê ket û 9 Îsraîlî hatin kuştin û 11 kes jî wenda ne.
Fuzeya ku ji hêla Îrana hat agirkirin, li bajarê Beyt Şemeşê yê nêzîkî Qudsa Rojava li avahiyekê ket.
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê da hat ragihandin ku tevî helîkoptereke ku ji bo texliyekirina birîndaran hat sewqkirin, ekîbên tenduristî û lêgerîn-xilaskirinê hatin verêkirin.
Stêrka Sor a Dawid a servîsa alîkariya bilez a Îsraîlê eşkere kir, di bûyerê da 9 Îsraîlî hatin kuştin û her wiha 2 jê giran 28 kes jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin birîndar bo nexweşxaneyên derdorê hatin veguhestin.
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê da jî hat balkişandin, li herêma ku fuze lê ket, hê jî ji 11 kesan xeber nayê sitandin.
Hat ragihandin, ji bo dîtina kesên wenda yên navborî, li qada enqazê xebat berdewam in.
- Pasdarên Şoreşa Îranê: Keştiya Balafiran a Abraham Lincoln bi 4 fuzeyên Îranê hat armancgirtin
Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku wan bi 4 fuzeyên balîstîk êrîşî Keştiya Balafiran a Abraham Lincoln ya Amerîkayê kir.
Ji hêla Ofîsa Çapemeniya Artêşa Pasdarên Şoreşê ragihandina 7em a operasyona "Soza Rastîn 4" hat weşandin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Di encama êrîşa dijî hedefên dijmin da Keştiya Balafiran a Abraham Lincoln a artêşa Amerîkayê bi 4 fuzeyên balîstîk hat armancgirtin."
Ji hêla artêşa Amerîkayê der heqê mijarê da daxuyanî nehatiye dayîn.
Piştî rageşiya Îran-Amerîkayê, koma êrîşê ya Keştiya Balafiran a Abraham Lincoln li behra Umanê xwe edilandibû.
- Li bajarê Mehranê yê Îranê di êrîşa bombeyê da 22 kes hatin kuştin
Li bajarê Mehranê yê eyaleta Îlamê ya Îranê ya li ser sînorê Iraqê, di êrîşa bombeyê da 11 jê esker 22 kes hatin kuştin û 21 kes jî birîndar bûn.
Ajansa Nûçeyan a Mehrê daxuyaniya nivîskî ya Fermandariya Yekîtiya Sînor a Îlamê weşand.
Hat destnîşankirin ku li derdora Meydana Îmam Xumeynî li dijî Taxbûra Sînor a Mehranê êrîşa bi bombeyê hat kirin. Hat diyarkirin ku di êrîşê da 11 jê esker 22 kes hatin kuştin û 21 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku êrîş ji hêla unsûrên Amerîka û Îsraîlê hat kirin.
![]()
- Amerîkayê di êrîşên dijî Îranê da balafirên B-2 yên bombebaranê bi kar anîn
Rayedarên Amerîkayî piştrast kirin ku artêşa Amerîkayê di êrîşên dijî Îranê da balafirên B-2 yên bombebaranê bi kar anîn.
Rayedarê parastinê yê Amerîkayî yê daxuyanî da qanala Amerîkan Fox Newsê, îdiayên di êrîşên dijî Îranê da balafirên B-2 yên bombebaranê hatin bikaranîn, nirxandin.
Rayedar piştrast kir ku balafirên navborî hatin emilandin û diyar kir ku 4 balafirên B-2 yên bombebaranê ji Amerîkayê çûn Îranê û hatin û "Bi dehan bombeyên 1 tonî berdan ser tesîsên fuzeyên balîstîk yên binerd ên li Îranê."
![]()
- Serokomarê Îranê Pizişkiyan: "Konseya Rêberiyê ya Berwext dest bi peywira xwe kir"
Serokomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan diyar kir ku Konseya Rêberiyê ya Berwext dest bi peywira xwe kir ku piştî kuştina Elî Xameney, heya ku rêberê nû bê hilbijartin dê peywirên meqama "Welayetê Feqîh" bîne cih.
Li gorî nûçeyên çapemeniya Îranê, Pizişkiyan piştî êrîşên Amerîka-Îsraîlê cara ewil derket pêşberî kamerayan û di têlevîzyona dewleta Îranê da vîdeo peyam weşand.
Pizişkiyan got, "Di çarçoveya madeya 111em a Destûrê da Konseya Rêberiyê ya Berwext îro dest bi peywira xwe kir." û bal kişand ku artêşa Îranê dê bersivên xwe yên ji bo êrîşên Amerîka û Îsraîlê bidomîne.
Pizişkiyan diyar kir ku Amerîka û Îsraîl bi derxistina fitne û cudaxwaziyê va dê bi ser nekeve û gelê Îranê jî divê bi awayekî yek û desthevgirtî tevbigere.
Pizişkiyan bal kişand ku welatê wî "baregehên dijmin" bi xurtî kirin armanc û welatên êrîşî Îranê dikin dê xeyalşikestî bin.
Pizişkiyan ji bo Elî Xameneyê di êrîşan da hat kuştin jî wiha got, "Em ji Xwedê hêvî dikin ku ruhê Rêberê Pîroz ê gihîşt şehadetê şad bike."
Artêşa Îranê daxuyand ku wan li dijî hedefên Amerîka û Îsraîlê êrîşên nû dan destpêkirin, ji aliyê din va jî li Tehrana paytextê Îranê li peyê hev teqîn çêbûn.
Li gor ragihandina nûçegihanê AAyê yê Tehranê, li dijî gelek deverên bajêr êrîş hatin kirin.
Êrîş li dijî aliyên bakur û rojhilatê Tehranê hatin kirin, ji deverên ku bûn hedef, dû rabû.
Miqamên Îranê der barê dengê teqînên ku ji gelek herêmên Tehranê hatin bihîstin da hê tu daxuyanî nedaye.
Artêşa Îsraîlê ji duh va cara ewil daxuyand ku wan êrîşî hedefên li navenda Tehranê kir.
Ji aliyê din va hat ragihandin ku balafirên şer ên artêşa Îranê "Baregehên Amerîkayê yên li herêmên Kendava Besrayê û Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) bombebaran kir."
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji artêşa Îranê hat dayîn, "Pîlotên çeleng ên Hêzên Esmanî yên Îranê çend deqîqe berê bi operasyonê va baregehên Amerîkayê yên li herêmên Kendava Besrayê û HKIyê bombebaran kirin."
Miqamên Iraqê û artêşa Amerîkayê daxuyaniya "êrîşên esmanî" yên Îranê piştrast nekir.
ABD-İsrail saldırılarının ardından İran’dan İsrail’e düzenlenen misillemelerde bir füze Tel Aviv’e isabet etti https://t.co/aatbgXulpr pic.twitter.com/NN2pw4Lidb
— Anadolu Ajansı (@anadoluajansi) February 28, 2026
-Heyva Sor a Îranê: Di êrîşên Amerîka-Îsraîlê da heta niha 201 kes hatin kuştin, 747 kes birîndar bûn
Heyva Sor a Îranê: Di êrîşên Amerîka-Îsraîlê da heta niha 201 kes hatin kuştin, 747 kes birîndar bûn.
- Ji aliyeki din li eyaleta Farsê di êrîşa dijî hêwaneke werzişê da 15 kes hatin kuştin
Elî Elîzadehê Qaymeqamû navçeya Lamerdê ya li ser eyaleta Farsê ya Îranê got ku li bajêr di êrîşa ku Îsraîl-Amerîkayê bir ser hêwaneke werzişê û du avahiyan da "herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan."
Li gor çapemeniya Îranê Elîzadeh der barê êrîşên Îsraîl û Amerîkayê yên dijî eyaleta Farsê da agahî dan.
Elîzadeh diyar kir ku di êrîşan da hêwaneke werzişê û du avahî hedef hatin girtin û got ku "herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan" û ditirsin ku ev jimar zêde bibe.
Elîzadeh diyar kir ku di dema êrîşê da gelek welatiyên Îranê jî birîndar bûn.
Her wiha Îran TVyê ragihand ku ji Qum, Bulent, Elburz û Urumiyeyê jî dengê teqînan tê.
-Di êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên dijî Îranê da Serokê Teşkîlata Îstixbaratê ya Fermandariya Polêsan Rizaîyan hat kuştinHat ragihandin ku di êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên dijî Îranê da Serokê Teşkîlata Îstixbaratê ya Fermandariya Polêsan Xulamriza Rizaîyan hat kuştin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ya nîvfermî, di êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên duh da, Serokê Teşkîlata Îstixbaratê ya Fermandariya Polêsan Tumgeneral Rizaîyan hat kuştin.

Di êrîşa Amerîka-Îsraîlê da Sererkanê Îranê Mûsewî hat kuştin
Hat ragihandin ku di êrîşên Amerîka û Îsraîlê da Sererkanê Îranê Abdurrahîm Mûsewî û Fermandarê Giştî yê Artêşa Mihafizên Şoreşê Mihemed Pakpûr hatin kuştin.
IRNAya ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê, Artêşa Çekdar a Îranê daxuyaniya nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Di kêliya civîna Konseya Parastinê da Sererkanê Îranê Abdurrahîm Mûsewî û Fermandarê Giştî yê Artêşa Mihafizên Şoreşê Mihemed Pakpûr, Sekreterê Giştî yê Konseya Parastinê Elî Şemhanî û Berpirsê Piştgiriya Lojîstîk a Hêzên Çekdar Ezîz Nasirzade di êrîşên Amerîka û Îsraîlê da hatin kuştin."
Hat gotin ku wê navê fermandarên din ên ku di êrîşan da hatin kuştin, wê paşê werin îlankirin.

Hejmara zarokên ku di êrîşa Amerîka û Îsraîlê ya li dijî dibistaneke seretayî ya li Îranê da hatin kuştin gihîşt 85an
Hat diyarkirin ku jimara xwendekarên ku di êrîşa Amerîka-Îsraîlê ya li Hurmizgana eyaleta Îranê dibistaneke seretayî hedef girt da hatin kuştin, derket 85an.
Ajansa Nûçeyan a Farsê daxuyaniya ku ji hêla Serdozgeriya Mînabê va hat dayîn weşand.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku jimara xwendekarên ku di êrîşa Amerîka-Îsraîlê ya "Dibistana Şeceretu't Tayyîbe ya Keçan" a li Mînaba bajarê eyaleta Hurmizganê da mirin derket 85an.
Mihemed Radmehrê Qaymeqamê Mînabê diyar kir ku dibistan rasterast hedef hat girtin û gelek xwendekar hatin kuştin.
Televîzyona dewletê ya Îranê ragihandibû ku di êrîşa dijî dibistaneke li bajarê Mînabê da 51 xwendekaran jiyana xwe ji dest dan.
İran'ın ABD-İsrail saldırılarına yönelik misillemelerinde, Birleşik Arap Emirlikleri'nin Dubai kentindeki Burj Al-Arab oteli yakınlarının isabet aldığı iddia edildi https://t.co/aatbgXulpr pic.twitter.com/H9Wd4MlYrE
— Anadolu Ajansı (@anadoluajansi) February 28, 2026
Îranê dijî baregehên DYAyê û Îsraîlê êrîşên nû lidarxistin
Hêzên Çekdar ên Îranê ragihand, dijî Îsraîl û baregehên DYAyê yên li herêmê bi moşek û ÎHAyan êrîş dan destpêkirin.
Ajansa Nûçeyan Mehrê, danezana 6em a Hêzên Çekdar ên Îranê weşand.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di çarçoveya pêngava 6an a operasyona "Wehdên Rast 4"ê da, Artêşa Mihafizên Şoreşê, dijî Îsraîl û baregehên DYAyê yên li herêmê bi moşek û ÎHAyan êrîş dan destpêkirin.
Hat diyarkirin ku di êrîşan de, 27 cihên aîdê DYAyê hedef girtin û wiha hat gotin "Baregeha Esmanî Tel Nof, baregeha artêşa Îsraîlê ya li Tel Avîvê û kompleksa pîşesaziyê ya parastiyê ya mezin di nav wan cihên ku hedef girtine da ne."
Ji aliyê din va hat ragihandin ku li Qeter, Mîrektiyên Ereban ên Yekbûyî, Quweyt, Urdun û Îsraîlê pergalên parastina esmanî ketin dewrêyê û li herêmê dengê teqînan bilind dibe.
news_share_descriptionsubscription_contact
