Fatih Gazioğlu
22 Mijdar 2019•Rojanekirin: 23 Mijdar 2019
Li Bolîvyayê polêsan midaxaleyê merasîma çalakvanên ku dixwestin bi cenazeyan ra bimeşin, kir.
Li Bolîvyayê li bajarê El Altoya kêleka paytext La Pazayê hêzên asayîşê midaxaleyî piştgirên Evo Moralesê Serokê Dewletê yê mustafî kiribû û di bûyeran da 9 kes hatibûn kuştin.
Ji bo kuştiyan li La Pazayê bi hezaran kes kom bûn û beşdarî merasîmên cenazeyê bûn.
Meş li bajarê El Altoyê dest pê kir û çalakvanan xwest ber bi Qada Dîkîlîtaşê va bimeşin.
Çalakvanan di meşê da sloganên "em edaletê dixwazin", "Anez kujer e", "Anez biçe wê aştî were" gotin.
Ji çalakvanan komek xwest ber bi Meydana Murîlloyê ya ku Qesra Hikûmetê lê ye va bimeşin. Polêsan li ser vê bi xaza îsotê midaxaleyê çalakvanan kir.

Ji ber midaxaleyê yek jê zarok û bi tevahî 4 kes birîndar bûn. Di bûyeran da herî kêm 8 kes jî hatin binçavkirin.
Hêzên ewlehiyê 19ê mijdarê li bajarê El Altoyê dijî çalakvanên ku piraniya wan ji piştgirên Morales pêk dihatin operasyon kiribû. Di operasyonê da 9 sivîl hatibûn kuştin, ji 60î zêdetir kes jî birîndar bibûn.
Xwepêşandêran îstifaya Anezê xwestin û bi barîkatan va taxa Senkatayê ku navendên veguhastina sotemenî û xaza siruştî lê ne, girtibûn. Hêzên asayîşê operasyon bir ser taxê.

- Krîza li Bolîvyayê
Piştî hilbijartina 20ê cotmehê ya li Bolîvyayê mixalefetê îdia kiribû ku di hilbijartinê da dek û dolab hatin kirin li ser vê herdu aliyan bangî piştgirên xwe kiribûn ku derkevin kuçeyan.
Piştî encamên binîqaş ên hilbijartinê mixalefetê gotibû bira hilbijartin were betalkirin û careke din herin ser sandiqê, Evo Morales jî diyar kiribû ku ew ê ji nû va herin ser sandiqê. Piştî vê mixalefetê gotibû Morales bira nekeve hilbijartinê, heke têkevê jî wê çalakiyan bidomînin.
Morales li ser daxwaza artêşa midaxeleyî çalakiyên tundiyê û yên mixalifan nekir û zora mixalefetê diyar kir ku îstifa kiriye.

Meksîkayê pêvajoya li Bolîvyayê wekî "derbe"yê nirxandibû û teklîfa îlticayê dabû Morales, li ser vê Morales çûbû Meksîkayê.
Jeanine Aneza Alîkara Serokê Meclisa Senatoran a şaxa bilind a Meclisa Qanûndanînê ya Pirnetew (ALP) wek seroka dewletê ya berwext hatibû îlankirin.