Fatih Gazioğlu
26 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2017
ÎSTANBUL
Li Stenbolê di operasyona dijî DEAŞa rêxistina terorê de hin şikbar hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, tîmên Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiya Bajêr ji bo girtina hin kesên ku tê îdiakirin endamên DEAŞa rêxistina terorê ne, operasyon birin ser hin navnîşanên Stenbolê.
Di encama operasyone de jinek jî di nav de hin şikbar hatin binçavkirin.
Şikbar piştî kontrola tenduristiyê ya ku li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwedeya Hasekiyê hat kirin, ji bo îfadeyê birin emniyetê.