27 Mijdar 2015•Rojanekirin: 28 Mijdar 2015
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê endamên PKKya rêxistina terorê bi çekan êrîşî wesaîta polêsan kir û di êrîşê da yek jê giran 3 polês birîndar bûn.
Li taxa Bagcilara Baglarê li texma Nexweşxaneya Zarok û Jinan endamên PKKya rêxistina terorê bi çekan êrîşî wesaîta polêsan kir.
Hat destnîşankirin ku di êrîşê da yek jê giran 3 polês birîndar bûn.
Piştî ku polêsan gule berda endamên rêxistinê ew jî bi wesaîtê ji ciyê bûyerê revîn.
Hat diyarkirin ku di encama teqîbatê da wesaît li keviya rê hat dîtin.
Hat destnîşankirin ku di wesaîtê da endamekî rêxistinê mirî hat dîtin.
Li gor agahiyan êrîş bi destê du endamên rêxistinê hat kirin.