10 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2017
HESEKE/ANKARA
Amerîkayê li Sûriyeyê bi hinceta ku DEAŞê ra têkoşînê dide, ji bo PKK/PYDya rêxistina terorê alîkariya xwe ya leşkerî didomîne. Di nav hefteyek dawîn da du caran sewqiyata leşkerî hat kirin û bi tevahî 184 tir ji bakurê Reqayê ji mensûbên rêxistinê ra hatin şandin.
Li gor agahiya ku ji nûçegihanê AAyê yê li Hesekeyê hat hildan, di 5ê tîrmehê da 82, di 9ê tîrmehê da jî 102 tirên ku alav û amûrên leşkerî û muhîmmat tê da bûn, ji sînorê Iraqê derbasî Hesekeya ku di kontrola rêxistinê da ye.
Di konvoyê da tankerên sotemeniyê, wesaîtên Hummerê yên bizirx bal kişandin. Çavkanî îdia dikin, ji bo Reqa ji DEAŞê rizgar bibe, ev alîkarî ji bo "amadehiya hemleya dawîn" hat kirin.
Her wiha di 5ê hezîranê da 60, di 12ê hezîranê da 20, di 16ê hezîranê da 50 û di 21 û 26ê hezîranê da bi tevahî 120 tir alîkarî li herêma PKK/PYDê hat teslîmkirin.
Li gor belgeya ku nûçegihanê AAyê ji Pentagona Wezareta Parastinê ya Amerîkayê bi dest xist, di lîsteya çekên ku wê li Sûriyeyê li komên ku PKK/PYD jî di nav da ye, were belakirin da 12 hezar tivingên ku marqeya wan kalaşnîkof in, 6 hezar tivingên bimakîne, 3 hezar û 500 tivingên bimakîne ên giran, 3 hezar RPG-7 a ku Amerîka çêdike û hezar AT-4ê ku Amerîka çêdike an jî tankşikêna SPG-9a ku ûris çêdike hatibûn dîtin. Her wiha 235 topên hewanê ku kalîbreya wan cuda cuda ne, 100 tivingên nîşandaran, 450 dûrbînên PV-7ê ên şevê û 150 dûrbînên lazerê wê bighêje rêxistina terorê.