Haydar Şahin
27 Sibat 2019•Rojanekirin: 28 Sibat 2019
Hat ragihandin ku teyareyeke şer a Artêşa Hindistanê li Budgama herêma Camû Keşmirê ket xwarê.
PTIya ajansa xeberan diyar kir ku teyare di saet 10.00an da li tanga gundê Garend Kalaanê ket xwarê, bû du parçeya û agir pê ket.
Tê gotin ku di bûyerê da sivîlek û 2 pîlot mirin.
- Pakistanê gotibû qada hewaya wan îxlal kiriye

Hatibû ragihandin ku Hindistanê ji hewayê êrîşî kampa rêxistina Ceyşê Mihemedê ya li aliyê Pakistanê kir.
Tumgeneral Asif Xefurê Berdevkê Artêşa Pakistanê jî diyar kiribû ku teyareya şer a Hindistanê ji Mizeferabada herêma Keşmirê ra qada hewayê ya Pakistanê îxlal kir , 5-6 kîlomêtre kete qada welatê wan, piştî ku teyareyên Pakistanê midaxele kirin jî teyare revî aliyê Hindistanê û bombe avêt.
Xefur diyar kiribû ku bombeya teyareya Hindistanê di ser herêmeke Balakota li nêzî eyaleta Hayber-Pahtunhvayê da ket.
Xefur dîmenên herêma ku bombe di ser da ketibû rayê dabû û gotibû ku tiştek bi tu kesî nehat.
Li Hindistanê di 14ê sibatê de êrîşî konvoya paramilîsan kiribûn û di êrîşê da 44 esker hatibûn kuştin, 20 esker jî birîndar bibûn. Rêveberiya Delhiya Teze ji bo êrîşê sûc avêtibû ser Pakistanê, Pakistana ku êrîş şermezar kiribû jî sûc red kiribû.
Pakistanê 2 balafirên şer ên Hindistanê xistin
Artêşa Pakistanê daxuyand wan 2 balafirên şer ên Hindistanê yên ku ketin sehaya wan a hewayî xistin, balafir li herêma ku di bin kontrola Pakistanê da ye li erdê ket û pîlotê wê hat girtin.
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Pakistanê Tumgeral Asif Xefûr li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û got ku balafirên şer ên Hintê ketin sehaya esmanî ya Pakistanê, Hêzên Esmanî yên Pakistanê pêşî li balafiran girt û balafirên Pakistanê li 2 balafirên Hintê xistin, ji balafiran yek jê li herêma ku di bin kontrola Pakistanê da ye li erdê ket, ya din jî li herêma ku di bin kontrola Hindistanê da ye li erdê ket.

Berdevk Xefûr diyar kir ku pîlotekî balafira ku li aliyê Pakistanê li erdê ket, bi destê artêşa Pakistanê hat girtin.
Hatibû ragihandin ku sê balafirên şer ên Hêzên Esmanî yên Pakistanê serê sibê ji Xeta Kontrola Sînor a Keşmîrê derbas bûn û ketin herêma Cammu Keşmîrê ya Hindistanê, balafirên Hîntê pêşî li wan girtibûn.
Piştî ku Pakistan û Hindistanê balafirên hev ên şer xistin, li gelek bajaran balafirgeh hatin girtin û firînên sivîl hatin sekinandin.
Artêşa Hindistanê balafira şer a Pakistanê xist
Medyaya Hindistanê ragihand ku artêşa Hindistanê balafireke şer a Pakistanê xist.
Li gor nûçeyên çapemeniya Hindistanê, balafira şer a F-16ê ya Hêzên Esmanî ya Pakistanê piştî ku sehaya hewayî ya Hindistanê binpê kir, li herêma Novşerayê ya Cammu Keşmîrê ev balafir ji aliyê balafirên Hindistanê va hat gulebarankirin û xistin.
Hatibû ragihandin ku sê balafirên şer ên Hêzên Esmanî yên Pakistanê serê sibê ji Xeta Kontrola Sînor a Keşmîrê derbas bûn û ketin herêma Cammu Keşmîrê ya Hindistanê, balafirên Hîntê pêşî li wan girtibûn.

Sê balafirên şer ên tîpa F-16ê yên Hêzên Esmanî yên Pakistanê serê sibê li ser herêma Novşerayê ya Cammu Keşmîra Hindistanê firîbûn. Piştî ku balafirên şer ên Hindistanê pêşî li balafirên Pakistanê birîbûn, balafir vegeriyabûn aliyê Pakistanê.

- Pakistanê ji ber ku sehaya wê ya hewayî binpê kir Hindistan sûcdar kiribû
Hindistanê ragihandibû ku êrîşa esmanî bir ser kampa rêxistina Ceyşa Mihemedê ku li ser Xeta Kontrolê ya Keşmîrê dikeve aliyê Pakistanê.
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Pakistanê Tumgeral Asif Xefûr jî serê sibê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî dabû û gotibû ku balafirên şer ên Hîntê ji herêma Mizeferabada ku di nav xeta kontrolê ya Keşmîrê da ye, sehaya esmanî ya Pakistanê binpê kir, balafirek jî qasî 5-6 kîlomêtreyan ket hindur û piştî ku balafirên şer ên Pakistanê midaxale kirin, revî aliyê Hîntê û wê demê bombe danî.
Xefûr diyar kiribû ku bombeya teyareya Hindistanê di ser herêmeke Balakota li nêzî eyaleta Hayber-Pahtunhvayê da ket.
Xefûr wêneyên herêma ku bombe di ser da ketibû parve kiribû û gotibû ku tiştek bi tu kesî nehat.
Li Hindistanê di 14ê sibatê de êrîşî konvoya paramilîsan kiribûn û di êrîşê da 44 esker hatibûn kuştin, 20 esker jî birîndar bibûn. Rêveberiya Delhiya Teze ji bo êrîşê sûc avêtibû ser Pakistanê, Pakistana ku êrîş şermezar kiribû jî sûc red kiribû.