Weqfa Alîkariya Mirovahî ya Maf û Azadiyên Mirovahiyê (ÎHH) li kampusa Harîpurê ya ku 70 kîlomêtro dûrî Îslamabada paytextê Pakistanê ye cardin dibistanek vekir.
Ji Tirkiyeyê midûrên perwerdeyê yên neteweyî yên bajaran, nûnerên sendîkayan û yên din bi giştî heyeteke 25 kesan pêk tê beşdarî mearsima vekirinê bûn.
Bi vê dibistana bi navê "Dibistana Mehmet Akîf Ersoy" a ku wê 750 xwendekar lê perwerdeyê bibînin ve di kampusa Harîpurê ya ÎHHyê de wê bi giştî hezar û 500 xwendekar perwerdeyê bibînin.
Serokê Endama Lijneya Rêvebiriya ÎHH û Şêwirmendê Giştî Yusuf Bîlgîn, ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku weqf ne bi tenê Pakistanê li welatên wek Somalî, Bangladeş û Efxanistanê jî xebatan dike û wiha axivî:
"Li herêma Keşmirê di êtîmxaneya Rarayê 150 xwendekar hene. Bi yên ji derve tên ve hejmar dibe 500. Li Pakistanê 5 dibistan hene û xebatên me yên baş dewam dikin. Me 15 xwendekar şandin Tirkiyeyê. Armanca me ew e ku di navbera herdu welatan de pireyek ava bibe û entegrasyonek çêbibe. Li giştiyê dinyayê em gihîştin 56 hezar êtîman. Lê di dinyayê de 200 milyon êtîm hene.
- Laboratuwara dibistanê ji TÎKAyê ye
Ajansa Pêşveçûnê û Hevkariyê ya Tirk (TÎKA) jî 30 komputer bexşande dibistanê. TÎKAyê ji bilî van laboratuwarên fizîk, kîmya û biyolojiyê jî ava kir.