CEZAYIR
Li Cezayirê balafira leşkeriyê ya barkêşiyê ket. Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên leşkeriyê hatin hildan di bûyerê de herî kêm 100 kes mirin.
Çavkaniyên leşkeriyê diyar kirin ku rêwiyên di balafirê de bûn jî leşker û malbatên wan bûn. Balafir li rojhilatê bajarê Ûm el-Bewakî ket.
Ji aliyê din ve En Nahar a televizyonê Cezayirê destnîşan kir ku di bûyerê de herî kêm 103 kes mirine.