PEKÎN
Li bajarê Gûîcoû Çînê di kaneke komirê de teqîna grîzûyê pêk hat. Hat ragihandin ku di encama teqînê de 10 kes mirin.
Li gor nûçeya ajansa Şînhûayê, di kana komirê ya Şînhûa ya li Lîûpanşûiyê de teqîn pêk hat û dema ku teqîn pêk hat di kanê de 130 xebatkar hebûn.
Hat diyarkirin ku 120 xebatkar ji kanê revîn û filitîn lê 10 kes di kanê de asê man û mirin.