Nihat Kavşut
22 Mijdar 2017•Rojanekirin: 23 Mijdar 2017
PEKÎN
Li Çînê 2 balafirên bi navê Boeing ji ser înternetê bi mezatê hatin firotin.
Li gor nûçeya ajansa Şinhuayê li ser malpera Taobaoya di bin banê Alibabaya e-ticaretê dike da dixebite 2 balafirên kargoyê yên bi navê Boeing 747 derxistin mezatê û balafir bi 320 milyon yuenî (qederê 48 milyon dolar) hatin firotin.
Li gor agahiyan firotina balafiran li ser înternetê hat kirin û 26 kes tevlî mezatê bûn û qederê 800 hezar kesên bikarhênerên e-ticaretê jî mezat teqîb kirin.
Şirketa SF Airlines (Şunfing Hangkong Gongsî) ya karê kargoyê dike bihayê herî zêde da û 2 balafirên kargoyê kirîn.
Piştî ku şirketa kargoyê ya bi navê Jade Cargo Înternational di sala 2013an da top avêtibû balafir rakiribûn depoyên şirketê yên li Şincin û Şanghayê.
Balafirên şirketa navborî berê jî 6 caran derxistibûn mezatê lê nehatibûn firotin û peyra biryar hatibû dayîn li ser înternetê derxin firotinê.
"Alibaba.com" malpera sanal ya Çînê ye û di bin banê wê da "Taobao" û "T-mall" hene û digel vê jî "JD.com" malpera sereke ya onlîne e.