Önder Beyter
22 Mijdar 2017•Rojanekirin: 23 Mijdar 2017
LAHEY
Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ya Yugoslavyaya Berê (ICTY) der heqê fermandarê berê yê sirb Ratko Mladic ku wekî "Qesabê Bosnayê" tê zanîn da cezayê hebsa muebed da.
Li dadgeha li bajarê Laheyê yê Hollandayê, danişîna biryarê ya der heqê Mladicê ku di şerê li Bosnayê da fermandariya leşkerên sirp kir da kom bû.
Di danişînê da ji ber sûcê "komkujî", "sûcên dijî mirovahiyê" û "binpêkirina qanûnên cengê" Mladic mehkûmî cezayê hebsa muebedê kirin.
Mladic, ji tawanbariyên ku di îdianameyê da wekî 11 madeyan hatibûn rêzkirin, ji 10 heban wekî sûcdar hat qebûlkirin.
Generalê berê yê sirp ji ber komkujiya li bajarê Srebrenitsa yê li rojhilatê welat ku di 1995an da hatibû kirin û leşkerên sirp bêtirî 8 hezarî mêrên bosnayî kuştibûn jî ceza xwar. Lêbelê ji ber madeya yekemîn a îdianameyê ku destnîşan dike li bajarên Kluc, Sanski Most, Kotor-Varos, Prijedor, Foca û Vlasenicayê jî "komkujî" hat kirin, ceza nexwar.
Mladic ligel komkujiya Srebrenitsayê ya ku di îdianameyê da heye, ji ber sûcên wekî sirgûn, tunekirin, dîlgirtin, kuştin, dersînorkirin, kiryarên kirêt û li hemberî sivîlan kiryarên berevajiyê hiqûqê sûcdar hat dîtin.