Zana Natık Kerem
22 Mijdar 2017•Rojanekirin: 23 Mijdar 2017
BEXDA
Hat ragihandin ku li Enbar û Selaheddîna Iraqê 240 malbat bi daxwaza xwe vegeriyan ser mal û halên xwe.
Rêveberê Fermengeha Koç û Koçberan li Enbarê Mûhemmed Reşîd bo peyamnêrê AAyê diyar kir ku 240 malbat bi daxwaza xwe vegeriyan deverên ji DEAŞê hatine rizgarkirin.
Reşîd wiha agahî da:
"Îro bi hewla hikûmeta Iraqê û rêveberiya herêmî û hemahengiya artêşa 240 malbat vegeriyan deverên li Selaheddîn û Enbarê hatine kontrolkirin."
Herwiha anî ziman ku ev penaber 4 salan li kampa başûrê qezaya Xalidiyeyê diman û piştî hikûmeta Iraqê biryar da kampan vala bike welatî vegeriyan malên xwe.
Wek din got roja duşemê jî 950 penaber vegeriyane ser malên xwe.