Haydar Şahin
19 Adar 2019•Rojanekirin: 20 Adar 2019
Li navenda Deraya li başûrê Sûriyeyê ya ku serhildana gel lê dest pê kiribû çalakiyên li dijî rejima Beşar Esed dewam dikin.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin sitandin, li Dera Beleda navenda bajarê Deraya li başûrê Sûriyeyê ji ber ku pêykerê Hafiz Esed hat bicîkirin çalakiyên li dijî rejimê dest pê kirin û hê jî dewam dikin.
Gelê Dera Beledê di 10ê adarê da kom bibû û li dijî rejimê çalakî li dar xistibû.
Çalakvanên bi dirûşmeyên dijî rejimê û pankartan meşiyan rojek û du rojan navberê didinê û paşê dîsa protestoya xwe dimeşînin. Polêsên eskerî yê Ûris ên berpirsyarê ewlehiya herêmê nahêlin hêzên rejimê midaxeleyî çalakvanan bikin.
Di 15ê adara 2011an da li Derayê protestoyên li dijî rejimê dest pê kiribûn û artêşa Esed bi tundî bersiv dabû li ser vê li tevahiyê welêt şerê navxweyî dest pê kiribû.
Rejimê di tîrmeha 2018an da bi piştgiriya Rûsyayê operasyon biribû ser Derayê li ser vê mixalif û sivîlên ku nedixwestin di kontrola rejimê da bijîn ji herêmê hatibûn derxistin. Li gor peymana texliyeyê ya ku Rûsyayê navçitiya wê dikir îdare dîsa ketibû destê rejimê. Lêbelê hê polêsên eskerî yên Rûsyayê ewlehiya herêmê pêk tînin.
Sivîlên ku mecbûrî ji Derayê derketibûn hê di kampên li Îdlibê da sitar dibin.