Türkan Tosun
19 Adar 2019•Rojanekirin: 20 Adar 2019
Sererkanê Iraqê Korgeneral Osman Xenîmî daxuyand deriyê sînor ê di navbera Iraq û Sûriyeyê da wê di demeke nêzîk da vebe.
Xenîmî li Şama paytextê Sûriyeyê daxuyaniya çapemeniyê da û wiha got: "Deriyê sînor ê di navbera Iraq û Sûriyeyê da wê li rojên pêş me vebe. Ziyaret û bazirganiya di navbera herdu welatan da wê dewam bike.
Xenimî bal kişand têkoşîna dijî terorê û wiha dewam kir: "Di mijara têkoşîna dijî terorê da di navbera artêşa Iraq û Sûriyeyê da hevkariyeke mezin heye. Ewlehiya Iraq û Sûriyeyê yek e, nikare ji hevdu bê veqetandin."
Wezareta Parastina Iraqê duh daxuyaniyeke nivîskî dabû û gotibû Sererkan Xenîmî çûye Şamê ku beşdarî civîna sererkanan bibe.
Sererkanê Iraqê Xenîmî û Sererkanê Îranê Tumgeneral Mihemed Baqirî li Şamê bi Beşşar Esed ra hevdîtinek kirin.
Ji hêla din rojnameya Diyarê ya Lubnanê îdia kir Esed wê di demeke nêz da Bexdayê ziyaret bike, ji bo vê amadehî tên kirin.
Sê deriyên sînor ên Iraqê yên di navbera Sûriyeyê da hene ku ew Rabîa, Welid û Qayîm in. Ev derî 3 sal di destê DEAŞa rêxistina terorê da man.
Deriyê sînor ê di navbera Sûriye û Urdunê jî di 15ê Cotmeha 2018an da piştî 3 salan car din hatibû vekirin.