Islam Doğru,Şerife Çetin
14 Tîrmeh 2024•Rojanekirin: 14 Tîrmeh 2024
Li Amerîkayê namzedê Komarparêz yê Serokatiyê Donald Trump li eyaleta Pensîlvanyayê dema di mîtînga xwe ya hilbijartinê da diaxivî rastî êrîşa çekdarî hat û ji guhê xwe yê rastê birîndar bû.
Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatin parvekirin da hat dîtin ku dema Trump li bajarê Butlerê ya li ser eyaletê li ser dikê diaxive, teqîneke dişibe dengê guleyan 7 caran tê bihîstin.
Piştî teqîna yekem Trump guhê xwe yê rastê digire. Dema ku teqîn berdewam dikin, parêzvan xwe diavêjin ser dikê û dora Trump dorpêç dikin.
Ji ber teqînan welatiyên beşdarî mîtîngê bûn tirsiyan. Hat dîtin ku Trump kulma xwe rakir jorê û beriya ku parêzvan dike ku wî daxe jêrê xwîn ji guhê wî herikî.
Li qada mîtîngê metirsiyê dewam kir û parêzvanan bi lezgînî Trump birin wesayîta wî ya bizirx.
Donald Trump piştî bûyerê di daxuyaniya xwe ya ewil da wiha got: "Ez baş im û di muayeneya tenduristiyê da me."
Trump anî ziman ew bawer nake ku li welatê wan bûyereke wiha diqewime.
- Servîsa Veşartî ya Amerîkî: Trump di nav ewlehiyê da
Servîsa Veşartî ya Amerîkayê ragihand ku Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump piştî bûyerê li Pensilvanyayê di ewlehiyê da ye û tê parastin.
Berdevkê Servîsa Veşarî ya Amerîkayê Anthony Guglîelmî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê peyamek parve kir.
Guglîelmî diyar kir ku di kampanyaya hilbijartinê ya Trump a li Pensîlvanyayê da "bûyerek qewimî" û wiha got: "Servîsa Veşartî Serokê berê diparêze û ew di ewlehiyê da ye. Êdî ev lêpirsîneke ku Servîsa Veşartî wê li ser lêkolînê bike. Heke agahî bên bidestxistin wê bên parvekirin."
-FBI: Kesê ku hewla suîqestê ya dijî Trump kir Thomas Matthew Crooksê 20 salî ye
Buroya Lêpirsînê ya Federal ya Amerîkayê (FBI) ragihand ku kesê ku di mîtîngê da hewla suîqestê ya dijî Serokê Amerîkayê yê berê Donald Trump kir û li cihê bûyerê hat kuştin Thomas Matthew Crooksê 20 salî ye.
Di daxuyanîya FBIyê da nasnameya êrîşkarê ku di mîtînga Pensîlvanyayê da êrîşî Trump kir, hat eşkerekirin.
Hat diyarkirin ku nasnameya êrîşkar Thomas Matthew Crooks e, ew 20 salî ye û ji Bethel Parkê ye.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku lêpirsîn dewam dike.
Hat destnîşankirin kesên ku der barê bûyerê da xwedî agahî ne ji bo ku li ser malpera FBIyê an jî rasterast bi telefonê agahiyan parve bikin hatine vexwendin.