Abdullah Tel
01 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 02 Berfanbar 2018
ANKARA
Koletî her çiqaş li çar aliyê dinyayê hatibe qedexekirin jî bi halê "koletiya modern" va li ser rûyê dinyayê hê jî dewam dike û di roja îroyîn da li ser rûyê dinyayê ji 40 milyonî zêdetir koleyên modern hene. Ji van koleyên hanê piranî jî ji jin û zarokên qîzîn pêk tê.
Di roja îro da koletî li hemû welatên dinyayê qedexekirî ye lê peyva "koletiya modern" a di têgeheke hiqûqî ye di mewzûata welatan da cih nagire. Ji ber vê jî koletî ji pirsgirêkên sereke yên dinyayê yek e û bi halê "koletiya modern" dewam dike.
Koletiya modern her çiqas weke ku li welatên dahat lê kêm e, şer û pevçûn heye zêde xuya bike jî hejmara koleyên li welatên pêşketî jî mirov şaş û metel dihêle.
- Koletiya modern
Bêjeya koletiya modern ji ber geflêxwarin, tundî, hîle, xirab emilandina hêzê û kesan ku mirovên bindest nikarin li hember wan muemeleyan bisekinin û xwe ji wê rewşê xilas bikin, tê bikaranîn.
Di roja îro da halê koletiya modern di sektorên weke tekstîl, maden, çandinî û masîgirî jî tev di gelek qadan da dewam dike.
Li Taylandê di sektora masîgiriyê da, li Koreya Bakur di kanên madenê da, li Peravên Diranên Fîl di hilberîna kakaoyê da, li Brezîlyayê di qada gavantiyê da, li Awistralyayê li malên hin dîplomatan û li Îngiltereyê jî di sektora wesayît şûştinê da mînakên koletiya modern tên dîtin.
- Ji 40 milyonî zêdetir kole hene
Rêxistina Koçê ya Navneteweyî, Weqfa Azad Bimeş (Walk Free Foundation) û Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) bi şirîkatî Rapora Endeksa Koletiya Gerdûnî ya 2018an amade kirin. Li gor wê raporê di roja îroyîn da li ser rûyê dinyayê ji 40 milyonî zêdetir koleyên modern hene. Ji van koleyên bindest ji sedî 71 jin û zarokên qîzîn in û ji sedî 29ên wan jî ji mêran pêk tê. Ji van koleyên modern 15,4 milyonên wan bi darê zorê hatine zewicandin û 24,9 milyonên wan jî bi darê zorê dişixulin.
Asyaya Pasîfîk a ku welatên gelek feqîr lê hene ji bo koletiya modern mirov dikare bibêje ku navende û 25 milyon koleyên li ser rûyê dinyayê yanî ji sedî 62 li welatên Asya Pasîfîkê dijîn. Li vê herêmê koletî herî zêde li Koreya Bakur, Efxanistan û Pakistanê heye lê koletiya modern jî li Hindistan, Çîn û Pakistanê zehf e.
Wisa tê texmînkirin ku li parzemîna Afrîkayê jî bi qasî 9 milyon û 240 hezar kole hene û ev jî teqabûlî ji sedî 23 koleyên li ser rûyê dinyayê dike. Li vê parzemînê koletî herî zêde li Erître, Burundî û Komara Afrîkaya Navîn heye.
Li Amerîkaya Bakur û Amerîkaya Başûr jî nêzî 2 milyon koleyên modern hene û koletiya modern herî zêde li Venezûela, Haîtî û Komara Domînîkê di rewacê da ye û hejmara koleyên modern jî herî zêde li Amerîka, Brezîlya û Meksîkayê ye.
Parzemîna Ewropayê ya ku welatên herî pêşketî lê ne ji koletiya modern bêpar nemaye. Li Asyaya Navîn û Ewropayê bi qasî 3,5 milyon koleyên modern hene û ew jî teqabûlî ji sedî 8an dike.
Di nav welatên Ewropa û Asyayê da koletiya modern herî zêde li Belarûs, Tirkmenistan û Makedonyayê heye.
Ji sedî 1ê koleyên modern yanî 529 hezar kole li Girava Ereb cih digirin lê ji ber ku di nav welatên Ereb da bidestxistina daneyan hêsan nîne jimara esil nayê zanîn.
Li Girava Ereban koleyên modern herî zêde ji welatên weke Yêmen, Sûriye û Iraqê ku lê şer û pevçûn hene, derdikevin.
- Roja rakirina koletiyê ya navneteweyî
Yekîtiya Neteweyî (NY) di 2yê Berfanbara sala 1949an da bi armanca rê li ber bazirganiya mirovan, îstismara cinsî, zarok şixulandin û bi darê zorê zewicandinê ku her yek ji wan formên koletiya modern bûn rake, pêşnûmayeke qanûnî qebûl kir.
Ji ber vê jî li çar aliyê dinyayê 2yê Berfanbarê weke "Roja Rakirina Koletiyê" tê pîrozkirin.