İbrahim Atmaca
01 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 02 Berfanbar 2018
ANKARA
Hêzên esmanî yên Amerîkayê di êrîşên ku îsal heta cotmehê birin ser Efxanistanê da nêzî 6 hezarî bombe avêtin û muhîmatên din bi kar anîn, hat gotin ku ev di nav 10 salan da reqama herî zêde ye ku hatiye qeydkirin.
Li gor nûçeya "Stars and Stripes"ê Fermandariya Hêza Esmanî ya Navendî ya Amerîkayê (AFCENT) li ser êrîşên ku li dijî Efxanistanê hatin kirin, raporek amade kir.
Li gor raporê di êrîşên ku Amerîkayê ji serê salê heta dawiya cotmehê birin ser Efxanistanê da 5 hezar û 982 bombe û muhimatên din hatin bikaranîn.
AFCENT ji 2006an vir va li ser muhimat û bombeyên ku di êrîşan da hatine xebitandin daneyan diweşîne. Li gor reqamên AFCENTê jetên koalîsyona ku Amerîka pêşengiya wê dike, ji serê 2018an heta dawiya cotmehê nêzî 6 hezar û 600 sortî kirin.
Di raporê da li ser mirin û birîndarbûna sivîlan jî sekinîn û li gor hejmara ku NY ji 2009an heta niha qeyd dike, hejmara kuştina sivîlên ku di heyama navborî da derbas bû pir zêdetir e.
Heyeta Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Efxanistanê (UNAMA) di meha cotmehê da raporek weşandibû û di raporê da ji aliyên ku şer dikin zêdetir, zêdebûna hejmara sivîlên Efxan ên ku tên kuştin derket pêş.
Li gor raporê îsal heta 30ê hezîranê hezar û 692 sivîl hatin kuştin. Hat gotin ku ev reqam pir zêde ye û bi 10 salên dawîn ra nayê muqayesekirin.