Önder Beyter
31 Gulan 2017•Rojanekirin: 03 Hezîran 2017
BOFFA
Li Gîneya ku li rojavayê Efrîqayê li qeraxê Oqyanûsa Atlasê hatiye damezirandin, mirov niha jî dikare li bajar û bêndera Boffayê rastî şopên mêtîngeriya ku di nîvê sedsala 15emîn da dest pê kiriye, were.
Bêndera Boffayê ku 130 kîlomêtro dûrî paytext Konakriyê ye, ji destpêka sedsala 15emîn vir va pêşiyê ji aliyê portekîzî, paşê ji aliyê îngiliz û herî dawî jî ji aliyê fransewiyan hat emilandin.
Herçiqas ji wan xan û manên koleyan ên ku bûn sedema kuştin û kolekirina gelek reşikî, dîwarên kavil û xirabe mabin jî, pir dijwar nîne ku mirov serpêhatî û qewimînên wî çaxî texmîn bike.
Li Boffayê dema meriv xwe ji bênderê berdide xwarê, mirov çêtir rastî şopên koletiyê û herwiha asta xizanî û hejariyê tê. Ji zarokên piçûk heya mezinan li vî bajarî herkes mecbûr e bixebite.
Xelkê deverê Kanny Conte digel 70 sal emrê xwe ji bo ku li neviyên xwe mêze bike li bazarê masiyên hişkirî difiroşe. Conte diyar kir ku ew ji ber rewşa xwe gilî û gazincan nake û wiha dewam kir, "Bereks xebata li bazarê min li ser xwe dihêle. Ez carna rojê hezar û carinan jî hezar û 200 Frankê Gîneyê (1 dolar) qazanc dikim. 3 neviyên min hene. Xêncî xebatê bona min rêyeke din tuneye."
Li bazarê biqasî kal û pîran, zarok jî hene. Hinek ji wan qet ji dayîkên xwe dûr nakevin û herwiha hinek ji wan jî li derdorê pêxas baz didin.
Li Gîneyê rêjeya xwendayan ji sedî 35 e û ev rêje li bajarên piçûk kêmtir jî dibe. Zimanê fermî yê welat fransî ye û herwisa gîneyiyên ku naçin dibistanê bi zimanê xwe yê herêmî diaxivin.