Ahmet Kaplan
24 Cotmeh 2023•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2023
Li Liceya navçeya Diyarbekirê di encama operasyoneke dijî hişbirê de, tonek û 640 kîlogram esrar û 40 hezar 620 skunka kok hat desteserkirin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, Fermandariya Cendirmeya Parêzgehê li gundên Yolçatî, Sîgak û Yalaza yên navçeya Licê operasyon li dar xistin.
Di operasyonê da li 9 xalên cuda tonek û 440 kîlo kubar, 200 kîlogram esrara toz û 40 hezar û 620 skunka kok hat desteserkirin.