Mustafa Deveci
24 Cotmeh 2023•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2023
Artêşa Îsraîlê bakurê Xeta Xezeyê ya dorpêçkirî bi balafirên şer û obusan bênavber bordûman dike.
Artêşa Îsraîlê ya 18 roj e bi ser Xezeyê da bombeyan dibarîne, ber bi nîvro cardin li dijî herêmên bakur êrîş da destpêkirin.
Balafirên şer gelek êrîş birin ser gelek herêman ku Taxa Beyt Henûn jî di nav da ye.
Tevî êrîşên asîmanî obusên artêşa Îsraîlê jî herêm da ber topan.
Ji ber êrîşan li bakurê Xezeyê ji deverên nêzîkî sînor dûman quloz bûn.
Di êrîşên ku Îsraîl dibe ser Xezeyê da jimara kuştiyan ji 5 hezarî derbas bûLi Xeta Xezeyê ku Îsraîl 17 roj in bombebaran dike, jimara kuştiyan 387 zêde bû û derket 5 hezar û 87an, jimara birîndaran jî derket 15 hezar û 273yan.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê Eşref el-Kudra li ser jimara kuştî û birîndarên ku li Xezeyê di êrîşên Îsraîlê da zêde dibin, daxuyanî da çapemeniyê.
Daxuyanî li ser hesabê Telegramê yê Wezaretê hat parvekirin û hat gotin ku ji 7ê Cotmehê vir va di êrîşên Îsraîlê yên dewam dikin da jimara zarokên ku hatin kuştin derket 2 hezar û 55an, jimara jinên ku hatin kuştin derket 1119an, jimara kal û pîrên ku hatin kuştin jî derket 217an. Li gor daxuyaniyê bi tevahî 5 hezar û 87 kes hatin kuştin, 15 hezar û 273 kes birîndar bûn.
Hat gotin ku di binê kavilên avahiyan da hê 830 jê zarok, 1500 kes hene.