Talha Yavuz
10 Sibat 2022•Rojanekirin: 11 Sibat 2022
Li herêma Donbasê li bajarê Svitlodarskê xwebexş bi balonan va alaya Ukraynayê dişînin aliyê din ê di bin kontrola cudaxwazên alîgirên Rûsyayê da. Xwebexş bi vê yekê va dixwazin piştgiriyê bidin Ukraynayiyên li aliyê din.
Bajarê Svitlodarskê yek ji wan wargehan e ku dikeve navbera artêşa Ukraynayê û cudaxwazan.
Xwebexşên li herêmê alaya Ukraynayê ya 6×10 metreyî bi balonan dişînin aliyê hember ê di bin kontrola cudaxwazan û dixwazin ku nîşan bidin, ew der axa Ukraynayê ye.
Xwebexş Vlad Boroda di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da diyar kir, ji sala 2016an vir va ew vê çalakiyê dikin û wiha got, "Em çalakiyê bi alaya Ukraynayê dikin, lewra em dixwazin ji xaka dagirkirî da bêjin ku ev yek berwext e û em ê axa xwe bi paş da bistînin."
Boroda bal kişand ku armanca vê çalakiya wan ew e ku peyamê ji Ukraynayiyên ku li aliyê di mane ra bişînin ku ew li benda wan in û ew ê her tiştî bikin ku ew vegerin mala xwe.
Boroda ji ber îhtimala êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê jî wiha got, "Potansiyela eskerî ya Rûsyayê zêde ye. Lê em bi serfiraziyê bawer in, heger werin, em ê bersiva pêwîst bidin wan. Teqawid jî di navê da herkes amade ye ku rahêje çekê û Ukraynayê biparêze."
Boroda her wisa spasiya Tirkiyeyê kir ku piştgiriyê dide Ukraynayê û wiha axivî, "Em li nêzîkî Qirima ku ji hêla Rûsyayê hatiye dagirkirin jî çalakiyeke bi vî rengî bi alaya Ukraynayê û Teterê Qirimê dikin."