Ayşe Doğru
10 Sibat 2022•Rojanekirin: 10 Sibat 2022
Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Antony Blînken diyar kir ku ligel krîza li Ukraynayê welatê wan ê demeke dirêj bala xwe bide ser herêma Hind-Pasîfîkê.
Blînkenê ji bo hevdîtina wezîrên karên derva ya îtifaqa Awistralya, Hindistan, Japonya û Amerîkayê (Quad) hat Melbourneyê li vê derê axivî û diyar kir ku Amerîka niha bi krîza Rûsya-Uraynayê ra eleqedar dibe lêbelê sedsala nû ew ê li herêma Hind-Pasîfîkê were dîzaynkirin welatê wan ê demeke dirêj bala xwe bide ser vê derê.
Wezîr Blînken got ji demên berê zêdetir hewcedarî bi koalîsyon û îtifaqên welatên ku çavkaniyê ji bo guherîna avûhewayê û Kovîd-19ê vediqetînin heye.
Wezîra Karên Derva ya Awistralyayê Marise Payneya ku ji civîna Quadê ra serokatiyê bike jî got di rojeva wan da belavkirina aşiya Kovîd-19ê, teknolojiyên sîber, ewlehiya behrê, guherîna avûhewayê û têkoşîna dijî dezenformasyonê heye.
Di civînê da Hindistanê Wezîrê Karên Derva Subrahmanyam Jaishankar, Yaponyayê jî Wezîrê Karên Derva Hayaşi Yoşimasa temsîl dikin.
Armanca ziyareta Blînken ew e ku bejewendiyên Amerîkayê qewîn bike û li dijî hêza Çînê ya li herêmê zêde dibe derkeve.