Bekir Aydoğan
10 Sibat 2022•Rojanekirin: 16 Sibat 2022
Li Hewlêrê tehmên li kuçeyan parçeyekî girîng ê çanda xwarin û xurekê ye. Bi taybetî mehên zivistanê gel û turîstên tên bajêr şêlim û baqila xaşandî gelekî diecibînin.
Li Taxa Tacilê û Kolana Îskanê xêncî gelek loqanteyan li destgehên seyar jî gelek xwarin û vexwarin tên firotin.
Li destgehên seyar goşt, kibab, tantunî, kuba, sandvîç, çerez û şirînayî tên firotin û li hin destgehan jî goştê werdeg, kevok, dîk û partpartokan jî wekî alternatîf cî digrin.
Li Kelha Hewlêrê ya dîrokî Çarşiya Qeyseriyê jî gelek destgehên seyar van tehman amade dikin û difroşin.
Di nav xwarin xurekên zivistanê da baqil û şêlima xaşandî jî cî digrin û ji êvarê hetanî şevê li destgehan tê xwarin.
- Ava şêlimê ji bo tenduristiyê kêr tê
Zeynel Ebasê ji Tilaferê yê ji sala 2009an vir da li Hewlêrê dijî jî li destgeha xwe ya li dora kelhê baqil û şêlima xaşandî difroşe û mişteriyên wî qet kêm nabin.
Zeynel daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku rojek pêş da şêlimê di nav dimisê xurmeyan da dihêlin, şêlima sipî di nav avê da reng diguherîne û ava wê tîr dibe.
Zeynel destnîşan kir ku porsiyona şêlimê bi 1000 dînarî (kêmûzêde 0,68 dolar) difroşe, şêlim ji bo qirik û gewriyê kêr tê û ava şêlimê jî îkramî mişteriyan dike.
- Goştê qelandî jî tevî baqilê dikin
Zeynel got ku baqilê jî beriya firotinê 8 saetan di avê da dhêlim, paşê li destgehê dixaşînin û di nav ava kelî da dihêlin.
Zeynel destnîşan kir ku li gor daxwaza mişteriyan goştê sor û goştê mirîşkan jî diqelînin û li nav baqilê dixin û çar sal e baqil gelekî populer bû.

Gelek mişteriyên daîmî yên Zeynel hene û Zeynel porsîyona baqilê bi 1000 dînarî difroşe dema goşt jî tevî bike porsiyonê bi 2000 dînarî difroşe.
Zeynel diyar kirk u di rojê da 100-150 porsiyên şêlim û baqilê difroşe.
Serkeft Hemîdê ji Tacila taxa Hewlêrê diyar kir ku bi salan e li destgeha xwe ya li dora kelhê şêlim baqila xaşandî diforşe.
Serkeft destnîşan kir ku her roj şêlim û baqilê li mala xwe paqij dike û roja pey amade dike.
Serkeft got debara xwe bi awayî dike, her roj di saet 17.00an da destgehê vedike û hin rojan hetanî 03.00yan karê xwe dike.
Serkeft diyar kir ku piraniya mişteriyên wî Ereb in, kar ji kal û bavê wî jê ra maye.