Bekir Aydoğan,Rawan Subhi Obaiullah
21 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2024
Li navçeya Zaxoyê ya li ser Duhoka bajarê Iraqê gelek kes civiyan û êrîşên ku Artêşa Mihafizên Şoreşê ya Îranê bi moşekên balîstîk kir, protesto kirin.
Bi hezaran kes beşdarî xwepêşandinê bû û xwepêşandêran di xwepêşandinê da wêneyên karsazê Hewlêrî Pêşrew Dizeyî û keça wî ya Jîna ya 1 salî ku di êrîşa Îranê da hatin kuştin, dan destê xwe.
Kesên ku beşdarî xwepêşandinê bûn bi Kurdî û Farisî pankartên "Hûn dikarin me bikujin, lê nikarin teslîm hildin", "Kuştina jin û zarokan tiştekî ku meriv pê îftihar bike, nîne" û "Xwedê ji hemû zaliman hêzdartir e" vekirin.
Qaymeqamê Zaxoyê Guhdar Şêxo jî beşdarî xwepêşandinê bû û tê da axivî û wiha got, "Em alîgiriya aştiyê dikin. Tişta ku li ser Hewlêrê kirin, êrîşa terorê ye. Peyama gelê Zaxoyê wê ji NY, hikûmeta Iraqê û raya giştî ya navneteweyî ra were ragihandin."
Êrîşên Îranê li Hewlêr û Duhokê jî hatibûn protestokirin, Odeyên Bazirganî û Pîşesaziyê yên Hewlêr û Duhokê bang kiribûn ku îdxalat û bikaranîna mal û milkên Îranê were boykotkirin, têkiliyên aborî û bazirganî bi vî welatî ra bidin sekinandin. Piştî êrîşê li her du bajaran jî 3 rojan şîn hatibû ragihandin.
Konseya Ewlehiyê ya Herêma Kurdistana Iraqê ragihandibû ku Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê 15ê Rêbendanê di saet 23.30î da bi moşekên balîstîk êrîşî gelek cî û warên sivîlan ên li Hewlêrê kir û di êrîşan da 4 sivîl hatin kuştin, 6 kes jî birîndar bûn.