Hakan Çopur,Sevgi Ceren Gökkoyun
13 Mijdar 2025•Rojanekirin: 14 Mijdar 2025
Bi îmzakirina reşnûska budceya berwext a ji nûva vebûna hikûmeta federal ji aliyê Serokê DYAyê Donald Trump va, li DYAyê dirêjtirîn xwegirtina hikûmeta federal bi dawî bû.
Serokê DYAyê Trump di merasima ku li Qesra Spî li dar xist da, reşnûska budçeyê îmze kir ku heta dawiya Çileyê fînanse ji bo hikûmeta federal a DYAyê peyda dike.
Bi vî awayî, dirêjtirîn xwegirtin a dîroka welêt di roja xwe ya 43an da bi dawî bû.
Trump di daxuyaniya xwe da Demokrat ji ber dirêjtirîn girtina hikûmetê di dîroka DYAyê deasûcdar kirin û got, "Îro ji bo welatê me rojek mezin e, êdî em dikarin vegerin ser kar."