HUNTSVILLE
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) mehkûma îdamê Suzanne Basso bi derziya bijehr ve hat îdamkirin.
Rayedarên girtîgehê diyarkirin ku Suzanne Basso (59) li bajarê Huntsville ya ku girêdayî eyaleta Teksasê ye hat îdamkirin û Bassoyê 11 deqîqe piştî derziya bijehr can da.
Bassoyê ji ber ku bi îşkenceyê ve merivekî astengdar kuştibû cezayê îdamê hildabû. Basso di meha îlona sala 1999an de hatibû girtin.
Bassoya ku ji ber nexweşiyekê nigên wê nedigirtin û di kursiya biteker de jiyana xwe didomand, li DYAyê ji sala 1976an vir de jina 14emîne ku tê îdamkirin.
Rayedaran diyar kiribûn ku Bassoyê di sala 1998an de bi alîkariya 5 kesan ve ji bo ku pereyên merivekî astengdar hildin ew kuştine.
Parêzerê Bassoyê gotibû ku ew bêhiş e.
Li DYAyê piştî demeke dirêj jinek hat îdamkirin.