Haydar Şahin
07 Sibat 2019•Rojanekirin: 08 Sibat 2019
DÊRAZOR/ANKARA
Pevçûna di navbera endamên DEAŞa rêxistina terorê yên li bajarokeke Dêrazorê ya Sûriyeyê asê mane û terorîstên YPG/PKKyî da dewam dike. YPG/PKK ji DEAŞê endamên xwe yên dîlgirtî û zêran dixwaze.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin sitandin, li Bagoza bajaroka Dêrazorê ya li sînorê Iraqê ya ciyê dawîn ê di destê DEAŞê da pevçûna di navbera herdu rêxistinên terorê da dewam dike.
YPG/PKK di van 2 rojên dawîn da bi DEAŞê ra bazariyê dike ku YPG/PKKyiyên di destê wan da û zêran jê bistîne.
Bi hezaran sivîlên li Bagozê asê mane jî ji başûr ra di dorpêça hêzên rejimê da ji bakur ra jî di dorpêça terorîstên YPG/PKKyî da ne.
- YPG/PKKyê berê jî bazarî pêşniyaz kiribû
YPG/PKKyê ji bo ku di ewlehiyê da ji bajarokê vekişin ji DEAŞê xwestibû ku bira zêrên ji bankeyên Mûsilê hildabû bide wan. Wekî mayîn rêxistinê ji DEAŞê xwestibû ku bira endamên YPG/PKKyê yên dîlgirtî jî teslîm bike.
Lêbelê terorîstên DEAŞî ev şertana qebûl nekiribûn û di 24ê rêbendanê da êrîş dabûn destpêkirin.
- Rewşa dawîn a Dêrazorê
YPG/PKKya ku bi piştgiriya Amerîka û Fransayê va ji 11ê îlona 2018an vir da dixebite ku DEAŞê bi tevahî ji Dêrazorê derxe êrîşan dike. Vê gavê li Dêrazorê di destê DEAŞê bi tenê bajaroka Bagozê maye. Li qisma rojavayê Feratê ya Dêrazorê jî rejima Esed heye.