07 Sibat 2019•Rojanekirin: 08 Sibat 2019
EFRÎN
YPG/PKKya rêxistina terorê li Til Rifata li başûrê Efrînê ya ku dagir kiribû mayîn li ser rêya yekîneyên Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) bi cî kir û dema yekîne derbas bûn teqand, di encama teqînê da 3 endamên AASyê birîndar bûn.
Terorîstên YPG/PKKyî yên li Til Rifatê li Basutaya gundê li başûrê Efrînê dafika mayînê danî.
Li gundê li ser rêya AASyê mayîn qetiya û di teqînê da ji Tumena Hemze 3 endamên AASyê birîndar bûn.
Rêxistina terorê di 28ê rêbendanê da bi fuzeyê êrîşî Kîmara gundê di destê AASyê da yê li başûrê Efrînê kiribû, endamekî AASyê hatibû kuştin.
Rêxistinê di 14ê rêbendanê da li Efrînê dafika mayînê danîbû di vê teqînê da jî endamekî AASyê hatibû kuştin û 2 kes birîndar bibûn û birîna wan jî kûr bû.
YPG/PKK di sibata 2016an da ji Efrînê ber bi başûrê rojhilatê bajêr daketibû û Til Rifat dagir kiribû. Hedefa YPG/PKKyê ew bû ku bi vê rêyê va axên li rojavayê Feratê ya ku dagir kiriye û Efrînê ji beja bigihîne hevdu û herêmên din jî dagir bike. Rêxistinê ew ê bi vê rêyê va xeta snorê Tirkiye-Sûriyeyê bi tevahî bi dest bixista û hilda hakimiyeta xwe.
Lêbelê Baba di navbera Til Rifatê û Minbicê da di nav herêma Herekata Mertala Feratê da ye. Ji ber vê jî rêxistina terorê nikare Til Rifat û Minbicê bigihîne hevdu.
250 hezar sivîlên li dorberê Til Rifatê dijîn piştî dagiriya YPG/PKKyê mecbûr mabûn koç kiribûn û derbasî Ezaza di destê mixalifan da ya cînarê herêma Mertalê Feratê bibûn.