28 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2019
DÊRAZORÊ/ANKARA
Li Dêrazora li ser sînorê Sûriyeyê yê bi Iraqê ra şerê rêxistinên terorê YPG/PKK-DEAŞê berdewam e.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên herêmî hat wergirtin, DEAŞ li Dêrazorê li bajarokê Baxûzê ku li vê derê dor lê hatiye hev, şertên ku YPG/PKKyê li ser ferz kirin qebûl nekirin û li ber xwe dide.
YPG/PKKyê wekî beramberê bi awayekî ewle texliyekirina DEAŞiyan ji bajarok, ji DEAŞê xwestibû ku wan zêrên kulîçe ku di dagirkirina Mûsilê da talan kiribûn, bide. Rêxistinê herwiha ji DEAŞê ew yek jî xwestibû ku YPG/PKKyiyên di destê xwe da berde.
DEAŞa ku ev şert qebûl nekiribûn, di 24ê rêbendanê da dest bi êrîşan kiribû.
Tê zanîn ku li Baxûzê gelek DEAŞiyên biyanî hene.
Hevpeymana ku Amerîka serkêşê wê ye jî êrîşên xwe yên ku ji bo bazariya di navbera herdu rêxistinên terorê da rawestandibûn, cardin da destpêkirin. Balafirên Amerîkayê şemî û yekşemê êrîşî bajarokê Baxûzê û dewrûbera wê kirin.