MEZARÊ ŞERÎF
Hat ragihandin di hezaza ku li wîlayeta Badahşana ku li bakurê rojhilatê Efganistanê çêbû de li gor aghiyên ewil 400 kes mirin.
Alîkarê Waliyê Badahşanê Gul Mihemed Bîda daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ev çend roj in li herêma Ab Barîka ku girêdayî Argoya navçeya Badahşanê şilî dibare. Ji ber ku şilî zêde dibare hezaz çêbû û di hezazê de 400 kes mirin.
Bîdar destnîşan kir ku piştî hezazê 300 xanî di bin xweliyê de man, gelek kes winda ne û xebatên wan ê ji bo filitandinê didomin.
Bîdar eşkere kir ku hêzên ewlekariyê yên ku xwe gihandine herêmê alîkariya kesên hezazzede dikin.
Serokê Şûreya Badahşanê Ebdulwahîd Tayyîbî jî diyar kir ku 3 camî jî di bin xweliyê de mane û ditirsin ku hejmara miriyan zêde be.