BÛRSA
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî gotibû ku em ê di 2yê gulanê de dest bi firotina nefta ku li Tirkiyeyê tê depokirin bikin, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz jî der heqê vê daxuyaniyê de wiha got:
"Tirkiye bi hemû binesazî û amadehiyên xwe ve li bendê ye û amade ye. Heta niha nêzî milyonek û 800 hezar warîl nefta Bakûrê Iraqê kom bûye. Îro sewqiyata neftê bi destpêkirina wan ve mimkûn e. Ev nefta Iraqê ye û helbet nefta xwe dê bifiroşin. Tirkiye rê li ber vê yekê vedike û vî karî hêsan dike. Hatiniya ku dê ji vê firotinê bê jî nêzî 180-200 milyon dolar e. Ev jî ji bo ku razînin Bankeya Halkê me li hev kiribû. Her çiqas digotin ev pere bila di hesabeke ku li DYAyê hatiye vekirin de bê razandin, ev mijar êdî wan jî hel kiriye."