Nihat Kavşut
09 Adar 2018•Rojanekirin: 10 Adar 2018
EFRÎN/ANKARA
Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad a Sûriyeyê li Efrînê gundê Helûbiya Mezin ji YPG/PKK-DEAŞa rêxistina terorî paqij kirin û bendava ku ava navçeyê tê hildan.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê yê li herêmê Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad a Sûriyeyê li rojhilatê bakurê Efrînê gundê Helûbiya Mezin ya beldeya Şêranê ji YPG/PKK-DEAŞê paqij kirin û herêma bendava 17ê Nîsanê hildan.
Herêmên rojavayê bendavê hê di destê terorîstan da ye.
Bendava 17ê Nîsanê li bakurê Efrînê li navenda beldeya Şêranê ye. Çavkaniya ceyran û ava navçeyê ji bendavê tê. Bendava ku di sala 1977an da hatiye çêkirin ji sê paya payek ceyrana Şêran û Efrînê pêk tîne.
Piştî ku 6 sal berê YPG/PKKyê Efrînê hilda ava diçû Ezaza di destê muxalifan eskerî da ye birîbû.
Hêzên Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad a Sûriyeyê ji destpêka operasyonê heta niha li Efrînê 5 jê navendên beldeyê, 124 gund û 31 cî û warên stratejîk bi tevahî 161 herêm ji YPG/PKK-DEAŞê xilas kirine.
PYD/PKKê beriya operasyonê ji ber îhtimala destpêkirina operasyonê hemû hêz û xeta parastinê daye navenda Efrînê da ku sivîlan wek mertal biemilîne. Rêxistin Ereb û Kurdên ku dixwazin derbasî herêmên di rejima Beşşar Esed û mixalifên eskerî da ne bibin asteng dike. Ji ber ku sivîl tên astengkirin Neteweyên Yekbûyî (NY) bertek nîşan dide.