05 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2017
HELEB
Hat ragihandin ku li bajarê Efrînê yê ser bi wîlayeta Helebê ve xebatkarên sinaiyê PYDya rêxistina terorî protesto kirin û ji ber ku xortan bi zorê digire û dibe di eniyên xwe de dide şerkirin jî dest bi grevê kirin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin bidestxistin, milîtanên girêdayî PYDê bi ser gelek febrîqe û dikanên li herêmê girtin û ji bo ku di eniyên wan de şer bikin bi dehan xort birin.
Hat gotin ku xebatkarên sinaiyê li hember van zextên kêyfî yên PYDê dest bi grevê kirin, ji 500î zêdetir dikan hatin girtin, piştre ji bo ku ciwanên hatine revandin bêne azadkirin li ber baregeha ku rêxistina terorî li herêmê ava kiriye xwepêşandan hat kirin.
Tê gotin ku PYD zexteke manend jî di heman demê de li Qamişloyê tetbîq kiriye.
Çavkaniyên herêmî dan zanîn ku milîtanên rêxistinê li Qamişloyê bi ser malan de digirin lêbelê ji ber ku gel nexwestiye ciwanan teslîm bike û li ber xwe daye milîtanan gule berdane hewayê.
Tê diyarkirin ku di rewşa berdest de li bakurê Sûriyeyê cihên berfireh di bin kontrola PYDya rêxistina terorî de ne. Herwiha tê gotin ku rêxistinê ji sala 2013an vir ve bi hezaran xortên Kurd û Ereb bi zorê birine.