Serokê Giştî yê HAK-ÎŞê Mahmût Arslan destnîşan kir ku heke pêvajoya çareseriyê ji sedî 100 bi ser bikeve dê gelekî kêrî karker û karsazan were û wiha berdewam kir: "Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi rastî jî bêkariyeke zêde zêde heye. Neyêniyên ku ji ber vê bêkariyê derdikevin holê dibû sedem ku ciwan berên xwe bidin çiyan. Rêya ku dê ciwana ne ber bi çiyan, lê ber bi kargehan bibe ji veberhênanan derbas dibe."
Arslan di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de diyar kir ku di encama hevdîtinên ligel Îmrali û HDPyê de Abdullah Ocalan li benda îradeyeke ku dê êdî çekan ji dewrê derxe ye.
Arslan balkişand heke ku çek werin danîn pêvajoya çareseriyê dê ji sedî 100 bi ser bikeve
Arslan destnîşan kir heke ku pêvajo pêş bikeve dê veberhênanên li herêmê jî zêde bin û wiha pê de çû:
"Karsazên ku dixwazin li herêmê veberhênanan bikin û qadên ku dest lê neketine binirxînin li benda serketina pêvajoyê ne. Ji ber ku li wir ji hêla veberhênanî, tûrîzm û binesaziyê de potansiyeleke pir zêde heye. Me bi hezaran mirovê xwe û bi milyaran pereyê xwe wenda kir. Helbet herî gîrîng me li qada navneteweyî rêzdariya xwe wenda kir û me hêza xwe ya avakirina têkiliyên nêvdewletiyê winda kir."
- "Ciwanên neçin çiyan êdî wê biçin febrîqeyan"
Arslan balkişand ew dixwazin ku pêvajoya çareseriyê ji vê bêkariyê re jî bibe derman û wiha domand:
"Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi rastî jî bêkariyeke zêde zêde heye. Neyêniyên ku ji ber vê bêkariyê derdikevin holê dibû sedem ku ciwan berên xwe bidin çiyan. Rêya ku dê ciwana ne ber bi çiyan, lê ber bi kargehan bibe ji veberhênanan derbas dibe. Bi tesîsên nû yên ku dê li herêmê werin çêkirin ve êdî ciwan dê berê xwe nedin çiyan, dê biçin kargeh û febrîqeyan. Di eslê xwe de ne tenê ji bo herêmê herwisa dê bandora xwe li ser kêmbûna bêkariya li seranserê Tirkiyeyê jî hebe."