Haydar Şahin
14 Sibat 2018•Rojanekirin: 15 Sibat 2018
HATAY
Hat ragihandin ku di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ku Artêşa Tirkiyeyê (TSK) li herêma Efrînê dike da terorîstek hat girtin.
Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ku Artêşa Tirkiyeyê ji bo pêkanîna îstiqrar û ewlehiya herêmê û hidûdan ji Efrînê endamên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞê paqij bike, gelê herêmê ji zilma terorîstan xilas bike di 20 rêbendanê da dabû destpêkirin dewam dike.
Di çarçoveya operasyonê da komandoyên ku li Efrînê pêş da diçin li herêma ji terorîstan hatibû paqijkirin terorîstekî PYD/PKKyî girtin. Terorîstê 20 salî yê birîndar ji bo jêpirsînê teslîmî ekîbên cendirmeyan kirin.