Nihat Kavşut
14 Sibat 2018•Rojanekirin: 14 Sibat 2018
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ragihand ku Tirkiyeyê ji bona avakirina Iraqê 5 milyar dolar alîkariya kredî peyda bike.
Çavuşogluyê li Kuweytê beşdarî "Konferansa Navneteweyî ya Avakirina Iraqê" bû li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û wiha got: "Me li Konferansa Navneteweyî ya Avakirina Iraqê eşkere kir ku em ê ji bona avakirina Iraqê 5 milyar dolar alîkariya kredî peyda bikin. Wek cînar, dost û şirîkekî ewle em ê her dem li cem xwîşk û birayên xwe yên Iraqî bin."
Mevlut Çavuşoglu der barê konferansê da bi rojnamevanan ra axivî.
Çavuşoglu destnîşan kir ji bona Iraq ji terora DEAŞê bê paqijkirin û avakirin gavên hewce dikin wê bên avêtin û got ku di civînan da hin dewletan ji bona alîkariya însanî, xebat û ticaretê soz dan.
Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir li Iraqê divê pêbaweriya derdorên ku rastî cudakariyê hatine bê qezenckirin û hilbijartinên pêşerojê ji bona vê firsendeke baş e û wiha dewam kir: "Ji sala 2004an heta niha me li Iraqê qederê 500 milyon dolar alîkariya însanî û pêşketinê kiriye. Wek mayîn projeyên TÎKAyê hene. Mîqtara projeyên fîrmayên me û dema temam bûn qîmeta projeyan derdora 25 milyar dolarî ye. Di nav da îxracat jî heye. Wek mayîn me soza alîkariya krediyê ya bi 5 milyar dolarî daye. Ji bona alîkariya însanî û pêşketinê û projeyan me soza hîbeyê ya 50 milyon dolarî daye."
Çavuşoglu diyar kir xebatên TÎKAyê wê dewam bikin û wek mayîn wê teşwîq bikin ku fîrmayên Tirkan li Iraqê veberhênan û ticaretê zêde bikin û got ku beriya ji Konferansa Navneteweyî ya Avakirina Iraqê derkeve mîqtara herê zêde ji hêla Tirkiyeyê va hatiye eşkerekirin.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres daxuyand ji bo ji nû va avakirina Iraqê bibe piştgirî ewê bernameyeke alîkariyê ya 2 salan bidin destpêkirin.
Guterres di Konferansa "Ji Nû Va Avakirina Iraqê" ya li Kuweytê hat lidarxistin de bangî civaka navneteweyî kir ku piştî têkoşîna dijî DEAŞa rêxistina terorê ew piştgiriyê bidin Iraqê ku welat ji nû va bê avakirin.
Sekreter Guterres der barê bernameya alîkariyê de behsa hûrgiliyan nekir û negot ew ê kingê dest pê bike.
Guterres wiha axivî: "Li hember tehdîda kurewî ya DEAŞa rêxistina terorê we tekoşîn da û dinya deyndarê we ye. Niha wext hat ku em ji dil û can spasiyê bikin û piştgiriyê bidin gelê Iraqê."
Ji bo hilbijartinên ku wê di meha gulanê de li Iraqê bên kirin jî Guterres got ji bo îstiqrar û ji nû va avakirina welêt ev gaveke girîng e.
Ji 70 welatan 2 hezar û 300 şirket û saziyên navneteweyî beşdarî Konferansa "Ji Nû Va Avakirina Iraqê" bûn.
Rayedarên Iraqî dibêjin ji bo ji nû va avakirina rojava û bakurê Iraqê hewcedarî bi 88,2 milyar dolarî heye.