Haydar Şahin
09 Tebax 2017•Rojanekirin: 10 Tebax 2017
MEZARÊ ŞERÎF
Hat ragihandin ku li Serê Pula wîlayeta Efxanistanê 235 sivîlên ku Talibanê revandibûn hatin berdan.
Waliyê Sarê Pulê Zabîullah Amanî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku milîtanan demeke kin berê Mîrzawlanga herêma Sarê Pulê hildan kontrola xwe, 30 sivîl kuştin, 235 sivîl jî revandin.
Amanî destnîşan kir ku li ser banga serokên eşîran rêxistinê sivîlên di destê xwe da serbest berda û ev kes li navenda Sarê Pulê hatin bicîkirin.
Hat ragihandin ku endamên DEAŞê jî piştgirî dane rêxistina Talibanê ya ku êrîşî Mîrzawlangê kiribû û ew li dijî wan operasyonê bidin destpêkirin.
Talibanê îdia kiribû ku 30 kesên hatin kuştin gundparêz bûne.
Serokê Dewleta Efxanistanê diyar kiribû ku qetilkirina sivîlan ew ê bê bersiv nemîne.