İbrahim Atmaca
12 Gulan 2019•Rojanekirin: 13 Gulan 2019
Hat ragihandin, li navçeya Mukurê ya Gazneya wilayeta Efxanistanê bombeya ku li kêleka rê hatibû bicihkirin, teqiya û 7 zarok hatin kuştin.
Berdevkê Walîtiya Gazneyê Mihemed Arif Nûrî, daxuyanî da çapemeniyê û got ku li Çambarana gundê Mukurê bombeya ku li kêleka rê hatibû bicihkirin, dema ku zarokan li herêmê dileyîst teqiya.
Nûrî diyar kir ku di teqînê da 7 zarok mirin, 2 zarok jî birîndar bûn.
Nûrî got ku Talibanê bombe li wê derê bi cih kir.