Önder Beyter
12 Gulan 2019•Rojanekirin: 13 Gulan 2019
Fermandarê Hêzên Asîmanî yê Pasdarên Şoreşa Îranê Emir Elî Hecîzade bi lêdana keştiya wê ya şer a li Kendava Besreyê va gef li Amerîkayê xwar.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranî (ISNA), Hecîzade wiha got, "Keştiya şer ku ligel 40-50 balafirên şer, 6 hezar personelê wê heye, berê ji bo me tehdîd bû, lêbelê îro roj hedef e."
Hecîzade bal kişand ku li Kendava Besrayê ciyê ku keştiya balafirê ya Amerîkayê lê ye, gelekî nêzîkî unsûrên Îranî ye û wiha xeberda, "Rewşa Amerîkayiyan mîna goştê di nava diranê me da ye. Heger bilivin, em ê pê bidin ser stûyê wan. Berê ev ji bo me tehdîd bûn, lêbelê niha jî derfet e."
Hecîzade der heqê wê yeka ku rêveberiya Washingtonê ji vegotina şer xwe dûr dide da jî got ku sedemê vê yekê ew e ku valahiyên parastinê yên unsûrên eskerî yên Amerîkayê yên li kendavê hene.
Hecîzade wiha got, "Nêzîkî me ne. Fuzeyên me hene ku dikarin li keştiyên 300 kîlometre dûr bidin. Menzîla van fuzeyan bi xebatên dawîn va derket 700 kîlometreyî."