Fatih Gazioğlu
31 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2018
KABUL
Li Faraha eyaleta Efxanistanê firokeyeke eskerî ya ku rayedarên payebilind tê de bûn ket xwarê.
Berdevkê Walîtiya Farahê Naset Mehdî daxuyanî da û got ku firokeya ku ji hêrêmê Anar Darayê rabû û piştî demekê ji ber xirabûna rewşa hewayê ketiye xwarê.
Mehdî got di qezayê da 20 kes mirin.
Li gor agahiyê, alîkarê fermandarê herêma rojavaya Efxanistanê û serokê meclisa giştî yê bajêr di firokeyê da bûn.
Firoke diçû wilayeta Heratê.