21 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2016
ANKARA
Di çarçoveya Herekata Mertal Firatê ya TSKê ya ser kozikên terorê yên li bakurê Sûriyeyê de li herêma El-Babê di encama pevçûn û herekatên nav rojê 138 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Hêzên Çekdar ên Tirkan hat dayîn di çarçoveya herekatê de Komên Hêzên Peywira Taybet ên ku ji hêmanên mixalif pêk tên herekata pêşketî ya ji bo bidestxistina El Babê bi piştgiriya gulebarana giran a ku ji asîmanan û bejayê hat dayîn berdewam kir û li rêya El-Bab-Helebê de kontrol hat bidestxistin.
Kozikên DEAŞa rêxistina terorê yên ku li herêma El-Babê hatin tespîtkirin bi wesiteya yekîneyên topavêj û piştgiriya guleyan ên din gelekî hatin gulebarankitin, heta niha bi yekîneyên topavêj û wesiteyên piştgiriya guleyan 3 montelên çekan a ZSU-23, 2 montelên DOÇKAyan, 3 pîkapên montelên tifingên bi makîne yên giran hatin gulebarankirin û îmhekirin.
Di encama tearûzên asîmanî yên ku bi balafirên şer ên Hêzên Asîmanî yên Tirkan hatin kirin de 67 kozik hatin îmhekirin û bi gulebarana ku bi wesiteyên piştgiriya guleyan hatin kirin de li gelek kozikên DEAŞê hat xistin. Di encama gulebaranana û pevçûnên ku qewimîn de 138 terorîstên DEAŞê hatin berterefkirin.
Ji axaftinên bêtêlê hat hînbûn ku gelek terorîst birîndar in û ji ber ku gelekî tên gulebarankirin nikarin ji qada ku lê ne bên tehliyekirin.
Hat ragihandin ku herekata ji bo kontrolkirina mahala meskûn a El-Babê ya ku di çarçoveya Herekata Mertala Firatê de hatiye dorpêçkirin jî herekat berdewam dike.
Her wiha piştî nîvro di encama êrîşên ku bi wesayîtên bombebarkirî li 3 herêmên cuda hatin kirin de 10 esker şehîd ketin, li gor tespîtên ewil 6 jê xedar 18 esker birîndar bûn. Li nexweşxaneyên li herêmê midaxaleyî eskeran kirin.
Hat ragihandin ku di pevçûnên nav rojê û êrîşên bi bombe de ji personelên TSKê yên ku piştgirî didin hêmanên mixalif 14 kes şehîd ketin û 33 kes jî birîndar bûn.