Önder Beyter
23 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2019
CAKARTA
Li Endonezyayê li parêzgeha Nusa Tenggaraya Rojhilat bi lerza 6an erdhej çêbû.
Dezgeha Meteorolojî, Avûhewa û Jeofîzîkê ya Endonezyayê (BMKG) ragihand ku cihê navendî ya erdhejê, 87 kîlometre li rojavayê başûrê peravên herêma Sumbaya Rojava ya Girava Sumbayê ye. Hat ragihandin ku erdhej di 10 kîlometre kûrahiyê da çêbû.
Piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê nehat dayîn û herwiha der heqê wê yekê da jî daxuyanî nehat dayîn bê ka ziyana can û mal heye yan na.
Li herêma Sumbaya Rojava duh jî bi lerza 6,2 û 6,7an du erdhej çêbûbûn.