Türkan Tosun
23 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2019
BUDAPEŞTE
Li Macaristanê ji 15ê Cotmeha pê va jiyana li kuçeyan hat qedexekirin, lê ji wê demê vir va heta 19ê Çileya Paşîn 87 kes li derva qefilîn û mirin.
Li gor nûçeya malpera nûçeyan 24.huyê dewletê qanûnek derxist ku kesên bêmal ji 15ê Cotmeha pê va divê li kuçeyan nejîn û ev hat qedexekirin. Lê ji wê demê heta 19ê Çileya Paşîn 87 kes li derva ji ber sermayê qefilîn û mirin.
Foruma Civakî ya Macar daxuyanî da malperê û got yên mirine jê gelek dema ew dibirin nexweşxaneyê di rê da mirine.
Di nûçeyê da hat gotin ji bo kesên mirine wê li Budapeşteyê di Meydana Kossuthê merasimeke bîranînê wê bê lidarxistin.
Ji bilî vê hat gotin li Macaristanê ji sala 1990an vir va qasî 8 hezar kes ji ber sermayê qefilîne û mirine.