İbrahim Atmaca
22 Adar 2021•Rojanekirin: 22 Adar 2021
Li Endonezyayê di Çiyayê Agirîn ê Merapiyê da teqîn çêbû
Li gor daxuyaniya ku ji Navenda Teknolojî û Lêkolîna Afata Jeolojîkê (BPPTKG) hat dayîn, di teqînê da xalî û dûyê ku ji çiyayê agirîn pekiya, 1300 mêtre bilind bû.
Rayedarên BPPTKGyê hişyariyê dubare dikin ku tu kes heta 5 kîlomêtreyan nêzî derdora çiyayê agirîn nebe. Lewra çiya di pergala hişyariyê da di pileya "turuncu"yê da ye.
Çiyayê Agirîn ê Merapiyê li Girava Cavayê ye û 2 hezar û 968 mêtre bilind e. Çiya di 2010ê da teqiyabû û 347 kes miribûn.
Pergala hişyariyê ya çiyayê agirîn "kesk", "zer", "turuncu" û ya herî talûke "sor" e.