Haydar Şahin
18 Gulan 2018•Rojanekirin: 21 Gulan 2018
CAKARTA
Li Endonezyaya ku serjimara herî qerebalix ya Mislimanan lê ye nimêja înê ya meha remezanê ya ewil hat kirin.
Mislimanên ji Endonezyayê ji bo nimêja înê ya meha remezanê ya ewil bikin berê xwe dan mizgeftan. Li Mizgefta Agung Sunda Kelapayê ya li paytextê welêt devedevî tijî bû, kesên cih nedîtin jî li hewşa mizgeftê nimêja xwe kirin.
Di xutbeya înê da qala girîngiya meha remezanê û rojiyê kirin.
Piştî nimêjê merasima îhtidayê hat kirin Dewa Ketutê 31 salî yê welatiyê Hindistanê eşeda xwe anî û bû misliman.
Ketutê ku piştî merasimê belgeya xwe ya îhtidayê sitand û daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji sala par vir da eleqeyê nîşanî Îslamê dide. Ketut got guh nade gotin û pêşdarazên însanan, dixwaze ku agahiyên li ser Îslamê bi hûrgilî hîn bibe.