Önder Beyter
20 Mijdar 2017•Rojanekirin: 20 Mijdar 2017
CAKARTA
Serokê Meclisa Nûneran a Endonezyayê Setya Novanto bi tawanbariya gendeliyê hat binçavkirin.
Li gorî nûçeya rojnameya Jakarta Globe, Dezgeha Dijî Gendeliyê (KPK), Serokê Meclisa Nûneran Setya Novanto yê ku navê wî di nava îdiayên gendeliya 170 milyon dolarê ji fona qamûyê ya projeya kartê nasnameya elektronîk (e-KTP) da derbas dibe, ji bo lêpirsînê binçav kir.
Novanto jî roja pêncşemê qezayeke trafîkê derbas kiribû û li nexweşxaneyê hatibû razandin. Herwisa Novanto dema ku ji nexweşxaneyê derket, hat binçavkirin û bo navenda KPKê hat veguhastin.
Tê îdiakirin ku ji 170 milyon dolar gendeliya di fona kartê nasnameya elektronîk da Novanto 42 milyon dolar derbasî ser hesabê xwe kiriye. Tê destnîşankirin ku heger tawanbarî bê piştrastkirin, dibe ku Novanto 20 sal cezayê hebsê bixwe.