Sevim Hatun
20 Mijdar 2017•Rojanekirin: 20 Mijdar 2017
QUDS
Wezîrê Vejenê yê Îsraîlê Yuval Steinitz got ku Îsraîlê bi Erebistana Siûdî ku peywendiya wan a dîplomatîk tune ye, bi dizî "li dijî Îranê" peywendî danîn.
Steinitz ji radyoya artêşê ya Îsraîlê re axivî, li ser pirsa "çima ev peywendî veşartîne" wiha got: "Bi piraniya welatên misilman re peywendiyên me hene lê ev veşartîne, em ji van peywendiyan şerm nakin, pirî caran welatê hember dixwaze ev veşartî be. Ji bo me ne pirsgirêke lê em ji bo daxwaza welatê hember rêz digirin. Ji ber vê yekê eşkere nakin."
Sererkanê Îsraîlê Gadi Eisenkot jî hefteya borî daxuyaniyek dabû Îlafa rojnameya Erebistana Siûdî û wiha gotibû: "Em amadene ku li hemberî Îranê bi Erebistana Siûdî û welatên erebî re tecrube û agahiyên xwe yên îstîxbarî parve bikin."