17 Mijdar 2016•Rojanekirin: 18 Mijdar 2016
VAN
Bekir Kayayê Serokê Şaredariya Wanê û 4 rayedarên şaredariyê di lêpirsîna terorê da hatin binçavkirin.
Li gor agahiyan Serdozgeriya Komarê ya Wanê di lêpirsîna terorê da der barê Kaya û 4 rayedarên şaredariyê da biryara binçavkirinê da û li ser vê ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiyê derketin operasyonê.
Hat diyarkirin ku Kaya û 4 rayedarên şaredariyê bi destê polêsan hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Ewlehiyê.
Hat destnîşankirin ku di mala gumanbaran û avahiya xizmetê ya şaredariyê da lêgerîn dewam dike.
Kayayê Serokê Şaredariya Wanê di 7ê Hezîrana 2012an da di lêpirsîna dijî PKK/KCKya rêxistina terorê da tevî 12 rêvebirên partiyê hatibû girtin. Di lêpirsînê Dadgeha Cezayê Giran a 1emîn a Wanê ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê" doz li Kaya vekiribû û di 4ê rêbendana 2016an da 15 sal cezayê hepsê hatibû dayîn.