Li Iraqê di qursên ku li eniyan hatin vekirin de, xwendin û nivîsînê hînê pêşmergeyan dikin.
Li Eniya Hazerê ya di navbera Hewlêr û Mûsilê de, ji aliyekî ve pêşmerge dijî DAEŞê têdikoşin ji aliyê din ve jî pêşmergeyên ku xwendin û nivîsînê nizanin tên perwerdekirin. Pêşmergeyên ku dora wan a nobedariyê derbas dibe çekê xwe datînin aliyekê û diçin qursê. Di qursên ku tê de 4 mamoste hene de 84 pêşmerge tên perwerdekirin.
Seyîd Hejarê ji fermandarên pêşmergeyan ji nûçegihanê AAyê re wiha daxuyand: "Armanca me bi vê qursê ew e ku em pêşmergeyên xwe yên ku xwendin û nivîsînê baş nizanin pewerde bikin. Dersên kurdî ji bo pêşmerge perwerdeya leşkerî baştir fêm bikin tên dayîn. Divê pêşmergeyên li eniya baş bên perwerdekirin lewra ew ê sibê roj li cihên ewlehiyê kontrola nasnameyan jî bikin. Herwiha armanca me ew e ku em bi rêya van qursan pêşmergeyan ji hêla çandî û îlmê ve jî xurttir bikin."
Bendiyan Hecî Cemalê berpirsiyarê qursê jî wiha got: "Di destekî pêşmergeyan de çek di yê din de jî qelem heye. Em ji bo hêzeka me ya leşkerî ya bihêz û perwerdekirî hebe hewl didin."