Önder Beyter
29 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2018
HAKKARÎ
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê grûbek ciwan ku ji ciwanên mezûn û xwendekarên zanîngehê pêk tê, li navenda bajêr li parqekê bi welatiyan ra pirtûk xwendin.
Ciwanên ku hatin cem hev da ku edetê xwendina pirtûkan belav bikin, li navenda navçeyê li Parqa Avaşînê çalakiyek li dar xist.
Ciwanan pêşiyê ji welatiyên li parqê ra behsa armanca çalakiyê kirin û dû ra pirtûk belav kirin.
Ji ciwanan Abdullah Bartin ku der heqê çalakiya xwendina pirtûkan a ku qedera saetekê ajot da daxuyanî da û diyar kir ku li navçeyê rêjeya xwendina pirtûkan nizim e û wiha dewam kir:
"Me ev çalakî li dar xist da ku welatî ji xwendina pirtûkan hez bikin. Ji bo vê yekê jî me pirtûk li hevalên ku li parkê rûdinên belav kirin û me ew jî hildan nava xwe. Em dixwazin di destê her zarok, ciwan, dayik, bav, kal û pîran da pirtûkekê bibînin."